Çalakiya greva birçîbûnê ya Holê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Holê ya ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Holê bi dawî bû
23 kanûn, 2023   19:24
HESEKÊ

Duh, di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li navçeya Holê çalakiya konvedanê ya grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Holê Emar Mûsa ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de siaysetên çewisandinê yên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku di oxira bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de dê têkoşîn di tevahî aliyan de were bilindkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku tev bigerin û bihêlin parêzer hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin.

Çalakî bi diruşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA