Desteya Kar û Barên Civakî di civîna sale de xebatên pêşerojê nîqaş kirin

Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya salê de plansaziya sala bê nîqaş kirin û girîngî da pêwîstiya bidawîkirina dorpêçê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê, pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ya taybet bi desteyê û piştgiriya kampan ji aliyên perwerdê, tenduristî û xizmetguzariyê û piştgiriya manewî ji zarokên şehîdan re.

Desteya Kar û Barên Civakî di civîna sale de xebatên pêşerojê nîqaş kirin
23 kanûn, 2023   19:02
REQA

Di civîna salê ya Desteya Kar û Barên Civakî de endamên desteyê, komîteyên girêdayî wê yên li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Cizîr, Efrîn, Şehba û Firatê beşdar bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî. Dûre raporên salê yên her komîteyekê hatin xwendin, hatin nîqaşkirin. Piştre bi xwendina daxuyaniyekê ji hêla hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El Maşî ve civîn bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin di civîna salê ya desteyê de rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedemên hiştine aloziya mirovî zêde bin, gef û dorpêa li ser herêmê hatin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de beşdaran li hev kir ku yek ji sedemên sereke yên alozbûyîna rewşên mirovî û astengiyên wê gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên yekser li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev siyaset jî bi armanca guhartina demografîk in ku berjewendî û planên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bînin. Di heman demê de kiryar û siyaseta hikumeta Şamê û hevalbendên wê jî bi armanca pêkanîna nakokiyan û lawazkirina Rêveberiya Xweser e. Ew yek bi rêya hedefgirtina saziyên wê li hin herêman an jî dorpêça li ser herêmên mîna Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tên.

Di dawiya daxuyaniyê de desteyê bang li rêxistinên navneteweyî yên di aliyê mafên mirovan de dixebitin kir êrişên dewleta Tirk û sûcên wê bi dawî bikin, dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweer bi dawî bikin, deriyê Yarûbiyê vekin ku alîkariyên mirovî û tibî derbas bin da ku dorpêça li ser herêmê bên bidawîkirin. Her wiha plan û bernameyekê ji bo têkbirîn terorê deynin û çareseriyekê ji Kampa Holê re bibînin.

Di dawiya civînê de gelek biryar hatin dayîn û wiha ne:

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin bidawîkirin.

Deriyê Yarûbiyê ya mirovî were vekirin.

Dorpêça li ser herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê were bidawîkirin.

Alîkarî mirovî û madeyên bingehîn derbasî herêma Şehbayê bin

Tevahî bendên Hevpeymana Civakî yên taybet bi Desteya Kar û Barên Civakî û xebata li ser wê ya 2024′an werin pêkanîn.

Piştgiriya manewî ji malbatên şehîdan re bê dayîn.

Li ser pêkanîna encamanameyên kongreya yekemîn a astengdaran were kirin û navendên astengdaran li tevahî kantonan werin aktîfkirin.

Piştgiriya kampan di aliyên perwerde, tenduristî û xizmetguzarî de were kirin.

Rêxistin ber bi kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve werin şandin.

Divê tevahî deste û komîte bi karmendbûna bi rêya nivîsgehên kar pabend bin.

(fr)

ANHA