Li Dêrazorê 3 bazirganên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kanotna Dêrazorê 3 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê destgîr kirin.

Li Dêrazorê 3 bazirganên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin
10 tebax, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Dêrazorê 3 bazirgan û bikarhînerên madyên hişbirê hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê  8`ê Tebaxê li kantona Dêrazorê 3 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê destgîr kirin. Destgîrkirina 3 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbirê bi biryara Dozgeriya Giştî û piştî serdekirina malên wan pêk hat."

Li gorî dauxyaniyê, di serdekirina malên wan de miqdarek çek û madeyên hişbirê hatin desteserkirin û hersê kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku "Dê operasyonên li dijî bazirganên medayên hişbirê û rêgirtina li ber nexweşiya wê ku ewlehiya civakê û silametiya ferdên wê tehdîd dike, bidomînin."

(bb)