Hêzên Îsraîl di xaka Sûriyeyê de pêş ve hat

Hêzên Îsraîlê bi alavên xwe yên leşkerî û di bin parastina balafirên bê mirov de, li başûr û bakurê parêzgeha Quneytîra ya Sûriyeyê bi pêş ve hatin.

Hêzên Îsraîl di xaka Sûriyeyê de pêş ve hat
10 tebax, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro bi deh alavên leşkerî di xaka Sûriyê de pêş ve hatin. Ev pêş ve hatin di bin parastina balafirên bê mirov de pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ragihand ku dewriyeke Îsraîlê ya ji 2 erebeyên leşkerî derbasî gundê Olfanya ya bakurê parêzgeha Quneytira bûn. Hêza Îsraîlî li ser rêya gundê behsa mijarê û gundê El Huriya bendeke kontrolê çêki. Ev benda kontorlê li beramberî benda “El Rîhaniyê” ya kevin hatiye çêkirin.

Di heman demê de dewriyek din a artêşa Israîlê li gundê Seyda El Hanût a li başûrê parêzgeha Quneytirayê pêş ve hat. Ev pêşketina hêzên Îsraîlê rastî tu astengî yan bersivdayîneke ji aliyê hêzên Sûryayî ve ne hat.

Duh jî artêşa Israîlê bi 5 erbeyên leşkerî yên bi leşker barkirî ji bargeha Til El Ehmer a rojava ber bi rêya El Refîd – El Eşa ve pêş ve hat. Li vir jî bendek kontrolê hate çêkirin. Komeke din a hêzên Îsraîlê ya ji 5 erbeyên leşkerî pêk dihat li bajarokê Riwêhîne ya naverasta Quneytira bi pêş ve hat. Li vir jî bendeke kontorlê ya demkî hate çêkirin. Leşkerên Israîlê li ser vê bendê rêwiyan kontorol dikin.

Balkêşe ev pêş ve hatina hêzên Îsraîlê hemwextî zêdebûna tundiyê li herêmên başûrê Sûriyê çêdibe. Ev tevger û alozî metirsiya ku li gundewarê Quneytira aramî têk biçe, zêdetir dike.

(dc)