Wezîrê Îranê sibe li Şamê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê dest bi gera xwe ya li herêmê kir; ji Seltenet Uman ve dest pê kir û sibe li Şamê ye.

Wezîrê Îranê sibe li Şamê ye
7 nîsan, 2024   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Weten a hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan bi serdaneke fermî sibe li Şamê ye û bi berpirsên Şamê re dicive. 

Li gorî rojnameyê, dê bandorên êrişa Îsraîlê li ser balyozxaneya Îranê li Şamê bibin mijarên girîng ên diyaloga Ebdullehyan û berpirsên hikumeta Şamê, her wiha dê şerê Îsraîlê li dijî Hemasê jî bên nîqaşkirin.

(fr)