Li Brukselê êrişa nijadperestî hat şermezarkirin

Li dijî êrişên komên faşîst ên AKP-MHP'ê yên li hemberî malbatên ji Newroza Belçîkayê vedigeriyan, li ber parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakî hatin lidarxistin.

Li Brukselê êrişa nijadperestî hat şermezarkirin
25 adar, 2024   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Heûsden-Zolder ê li herêma Lîmboûrg a Belçîkayê, Kurdên ku piraniya wan ji Rojava ne, duh rastî êrişa bi sedan nijadperestên AKP-MHP'yî hatin. Bi dehan kesên xwe li maleke girtin, gefa şewitandinê li wan hat xwarin. Di encama êrişê de gelek kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ji deverên cuda yên Ewropayê li pêşiya parlementoya Ewropayê ya li Brukselê kom bûn.

Di çalakiya protestoyê ya li Qada Luksembûrgê hate lidarxistin de gelek caran dirûşmên mîna "Tolhildan", "Faşîst Erdogan" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin. Di çalakiyê de ji xeynî alên PKK, PJAK û KJAR'ê posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de her wiha posterê mezin ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê jî bal kişand.

Daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Demokratîk a Civaka Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL) ve hat amadekirin, hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş ji polîtîkayên dij-Kurdan ên dewleta Tirk ne serbixwe ne û hate diyarkirin ku êriş li dijî malbatên ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan bi dengê Tekbîrê pêk hatiye û gefa şewitandinê hatiye xwarin.

Di daxuyaniyê de hat gotin di êrişê de 7 Kurd birîndar bûne û yek ji wan agahî jê nayê girtin û ev tişt hat gotin, "Ev ne êrişa yekemîn e û wiha xuya dike ku wê ne ya dawî be.”

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Belçîkayê hat kirin ku ewlekariya Kurdan misoger bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku hurmetê nîşanî qanûn û wekheviyê bide.

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût, jî da xuyakirin ku ev êriş di demeke ku pêngava 10'ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û mezinkirina pêngava çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketiye de pêk hatiye û got, "Dixwazin vê pêngavê di bin siya faşîzmê de bihêlin.”

Nûnera PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed jî got, "Ev êriş û êrişên di 19'ê Adarê de hatin kirin ne êrişên li hemberî malbatekê ne, li dijî doza gelê Kurd in."

Mizgîn Ehmed wiha dom kir: "Her ku doza gelê Kurd mezin dibe, her ku yekitiya neteweyî xurt dibe, her ku gelê me xurt dibe, dijminê me hîn zêdetir har dibe û êrişî gelê me dike."

Di dema çalakiya protestoyî de bi polîsan re gelek caran rageşî rû da. Li alyek polîsan li hemberî xwepêşandêran gaza rondikrêj bi kar anî û li aliyê din TOMA û polîsên çevîk li qada protestoyê hatin bicihkirin. Organîzator gelek caran ji bo tengezarî rû nede neçar man mudaxle bikin.