DAIŞ'ê êriş bîreke gazê ya Humisê kir

Çeteyên DAIŞ'ê êriş bîra Dibiyat a gazê ya li gundewarê Humisê kir. Di encamê di navbera wan û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn derket. Bi wê re balafirên Rûsyayê herêmên beyarê Sûriyeyê bombebaran kirin.

DAIŞ'ê êriş bîreke gazê ya Humisê kir
25 adar, 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê êriş noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bîra gazê ya Dibiyat li rojhilatê Humisê kir. Di encamê de di navbera çeteyan û hêzên "Fîrqeya 18'an" û "Dîfa Wetenî" de pevçûn derket û çend saetan dom kir. Agahî der barê kuştî û birîndaran nehatine wergirtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku piştî êrişê, balafirên şer ên Rûsyayê li dijî çolistana Sixnê ya gundewarê Humisê êriş pêk anîn.

(mh)