Li beyarê Sûriyeyê 3 jin hatin qetilkirin

Li beyarê başûrê Dêrazorê di dema komkirina kuvarkan de 3 jin bi guleyên nenasan hatin qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Li beyarê Sûriyeyê 3 jin hatin qetilkirin
14 adar, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

NUJINHAˊyê daxuyand ku duh, di dema komkirina kuvarkan li beyarê Dêrazorê de kesên nenas gule barandin, di encamê de 3 jin hatin qetilkirin û çend kesên din birîndar bûn.

NUJINHAˊyê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihana xwe li Dêrazorê diyar kir ku her sê jinên hatin qetilkirin ji taxa Teb El Core li beyarê Dêrazorê ne û hîna cenazeyên wan li beyarê El Beşerî yê li başûrê rojavayê bajêr in.

(fr)