Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng

Meclisa Gelan a Demokratîk civîna xwe ya 95`an li dar xist. Di civînê de Evîn Siwêd wek hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser hate hilbijartin. Her wiha endanên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî jî hatin erêkirin.

Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
Ji Meclisa Gelan rêzebiryarên girîng
14 adar, 2024   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna piraniya endamên meclisê yên ji 7 kantonan, civîna xwe ya 95`an li dar xist.

Rojevên civînê ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk hatin xwendin. Piştre îstifaya hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid hate erêkirin, her wiha li şûna wê Evîn Siwêd wek hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin.

Meclisê di civîna xwe de 10 endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî jî erê kirin ku ji aliyê Meclisa Edaleta Civakî û Meclisa Gelan a Demokratîk ve hatine pêşniyarkirin.

Navên endaman wiha ne: Hesen Xelef Ehmed, Evîn Hac Hemo, Xalid Berces Elî, Penciwîn Elî, Kenan Berekat, Faya Hîşam Şemon, Mihemed Elkirêd, Duaa Elhesen, Elaa Elhac Xemîs û Sara Qewas Elfurat.

Meclisa Gelan a Demokratîk 2 endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî erê kirin û bi vî awayî hejmara wan bû 18 û di civîna bê de dê hejmara wan bigihêje 20’an. Endamên nû jî ev in; Enes El Mehmûd û Zelûx Xeyrî.

Meclisê di civîna xwe ya berê de ji bo 16 endamên jin û mêr deng dabûn.

Meclisê her wiha biryarnameya Meclisa Rêveber a der barê avakirina Desteya Malbatên Şehîdan û Birîndarên Şer û Girtiyan de jî erê kir.

Piştî erêkirina navên endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, 10 endaman li pêşberî beşdaran sûnd xwar. Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd jî piştî dengdanê sûnd xwar.

Di dawiya civînê de Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka berê ya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid xelat kir û bi protokoleke fermî zirxê rêzgirtin û spasiyê pêşkêş kir.