Li Bexdayê dijî sardana Erdogan û êrişan banga nîştimanî hate kirin

Komek çalakvan li meydana Tehrîr ya Bexdayê, dijî serdana Erdogan, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê daxuyaniyek dan û gotin; “Armanc berfirehkirina dagirkerî û talankirinê ye, divê kolanên Iraqê dijî êrişan bêdeng nemînin.”

Li Bexdayê dijî sardana Erdogan û êrişan banga nîştimanî hate kirin
22 nîsan, 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şefê faşîst yê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîp Erdogan li Bexdayê ye, nerazîbûnên dijî serdana Erdogan û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

Komek çalakvan li meydana Tehrîr ya Bexdayê, dijî serdana Erdogan û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi hêceta parastina berjewendiyên xwe, dest bi êrişên berfireh kiriye, ji bo dagirkeriya ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê jî zemîn ava dike. Çalakvanan ragihandin ku sedema êrişan jî bêdengiye.

Di dewamê de çalakvanan di daxuyaniya xwe de gotin; “Tirkiye bi hêcetên ne rast şerê xwe yê di warê siyasî, aborî û leşkerî de dijî serweriya Iraqê dewam dike û di karûbarê welat de destwerdanê dike. Niha jî herêmek berfireh ya Iraq û Herêma Kurdistanê dagirkiriye. Desthilatdarên Iraq û herêmê paş perdeyê ve bi lihevkirinên ewlekariyê, çavê xwe li rastiya dewleta Tirk digirin û naxwazin dijî Tirkiyeyê pêngavan bavêjin. Ev jî ji bo êrişên ser xaka Iraqê zemîn çêdike. Serdana Erdogan ya ji bo Iraqê, di çarçoveya planên dagirkeriya li ser xak Iraq û Herêma Kurdistanê deye. Ji ber ku siyaseta dewleta Tirk ewe ku li her cihî baregehên leşkerî ava bike.

Em weke komek çalakvanên mafên mirovan dibêjin, gefên Erdogan û Artêşa Tirk ji bo wêrankirin, qurbanî û dagirkirinê ye. Ji bo vê bang li hemû Iraqiyan dikin, bi taybet rewşenbîran dikin ku dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Em bang li desthilatdarên Herêm û Iraqê jî dikin, hemberî welat û xelkê welat, erkê xwe yê netewî pêkbînin.”