Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna HPG`ê, meşên girseyî dest pê kirin.

Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
Ji bo destekdayîna gerîla xelkê herêmê daket qadan
22 nîsan, 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajar û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, derketin qadan.

Şêniyên kantona Firatê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê, şêniyên bajarê Qamişlo ji pêşiya Çerxerêya Sonî, şêniyên navçeya Amûdê ji pêşiya Qada Jina Azad, şêniyên navçeya Çilaxa ji pêşiya Çerxerêya Jin û şêniyên navçeya Til Birakê dest bi meşan kir. Şêniyên bajarê Hesekê jî li Çerxerêya  El Hemame ya li taxa Til Hecer, şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî li Qada Jinan kom bûn.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dê saet di 15:00`an de ji pêşiya Hola Civînan a 4`ê Adarê dest bi meşê bikin.

Pêkhateyên bajar û navçeyên kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes û nûnerên saziyan, rûspî, rêxistinên jinan, saziyên wê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li çalakiyan dibin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Nîsanê ve bi awayekî berfireh bi balafirên şer, helîkopter û ji bejahî ve êrişî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li Başûrê Kurdistanê dike.

(şx)

ANHA