Li Humsê 16 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di encama teqîna mayînan û êrişên çeteyên DAIŞ'ê de di 24 saetên dawîn de, 16 leşkerên hikumeta Şamê li gundewarê Humsê hatin kuştin.

Li Humsê 16 leşkerên Şamê hatin kuştin
12 hezîran, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di 24 saetên dawîn de di encama teqîna mayînan û êrişên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê Himsê de, 16 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, ji nav wan leşkerekî payebilind e.

Li gorî SOHR'ê ji destpêka 2024'an ve di encama êrişên leşkerî li çolistana Sûriyeyê de 420 kes hatine kuştin. Ji wan 43 zarok, 348 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wê û 29 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Piraniya van êrişan li çolistanên Dêrazor, Hums û Reqayê hatin pêkanîn.

(mh)