Li Başûrê Kurdistanê kamp û navendên 4 partiyên Rojhilat hat bombebarankirin

Di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin armanckirin û qurbanî hene.

Li Başûrê Kurdistanê kamp û navendên 4 partiyên Rojhilat hat bombebarankirin
1 adar, 2026   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên rejîma Îranê bi rêya muşekan û balafirên bêmirov êriş bire ser 4 partî û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên hatin girtin saet ji 19:30 heta saet 20:10 deqîqeyan bi muşek û balafirên xwekujî êrişî baregeha partiya Komele ya li gundê Zirguêzele yê ser bi navçeya Tanceru ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirine.

Hate ragihandin ku di êrişan de kesek birîndar bûye. Ziyanên madî pir zêde hene.

Dîsa balafirên bêmirov û xwekuj êrişî Kampa Zewîye Spî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Îranê kir. Hate ragihandin ku berî balafir bigihêje armancê hatiye teqandin.

Hate diyarkirin ku bi muşekan êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li bajarokê Pirdê jî hatiye kirin. Ev muşek jî negihişte armanca xwe hatiye îmhakirin.

Li bajarokê Sûrdaş balafireke bêmirov ya xwekuj ku arasteyî kampa partiya Komel hatibû kirin li esmanan hate teqandin.