Li Mêhranê êrişa asîmanî; 22 leşkerên Îranê hatin kuştin

Di êrişa esmanî ya ser bi baregeha Hêzên Sînor ên rejîma Îranê ya li navçeya Mêhran a Rojhilatê Kurdistanê de 22 leşkerên Îranê hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Li Mêhranê êrişa asîmanî; 22 leşkerên Îranê hatin kuştin
1 adar, 2026   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Parêzvanên Sînor a Îlamê ragihand ku di saetên sibehê de Îsraîlê êrişî baregeha tugaya sînor a Mêhran kir û diyar kir ku di vê êrişê de 10 jê fermandar, 22 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin belavkirin ev êriş ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye navçeya Mêhran ser bi bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ve ye.