Li Azerbeycanê erdhej

Li Azerbeycanê bi pileya 5.6 erdhejek çêbû ku navenda wê deryayê Qizwîn e.

Li Azerbeycanê erdhej
7 kanûn, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Azerbeycanê erdhejek bi pileya 5.6 çêbû ku navenda wê deryaya Qizwîn e.

Navenda şopandina erdhejan a Azerbeycanê ragihand ku bi kûrahiya 68 kîlometreyan erdhej çê bûye û li gor agahiyan zirarên madî û ziyanên canî heta niha tune ne.

Erdhej, hemwextî salvegera 35`an a erdheja mezin a di dîroka Yekitiya Soveyt de ku 7`ê Kanûnê sala 1988`an bi pileya 10 çêbûye û di encamê de bajarê Spîtak ê Ermenistanê bi temamî wêran bû. Her wiha 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, 140 hezar birîndar bûn û zêdetirî nîv milyon kes ji warên xwe bûn.

(şx)