Li Heleb û Idlibê di navbera hêzên Şamê û çeteyan de pevçûnên dijwar

Li gundewarên Heleb û Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dijwar bi hev ketin, di encamê de leşkerekî hêzên Şamê hate kuştin.

Li Heleb û Idlibê di navbera hêzên Şamê û çeteyan de pevçûnên dijwar
7 kanûn, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ bi çekên navîn û sivik bi hev ketin. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan derdora Foza 46′an, Kefer Eme û Qesir ên rojavayê Helebê topbaran kirin. Li gorî agahiyan birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene û hîna pevçûn dewam dikin.

Li van herêman bi awayekî dewam êrişên dualî yên hêzên Şamê û çeteyan hene ku di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha li derdora Melace ya li başûrê Idlibê bi sekvanê çeteyên ′Fetih El Mubîn′ leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

Der barê mijarê de hêzên hikumeta Şamê gundên Fitêra, Sifohin û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(fr)