Li Amedê 13 ciwan hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta avakirina rêxistineke ciwanan 13 ciwan binçav kirin.

Li Amedê 13 ciwan hatin binçavkirin
27 cotmeh, 2023   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Amedê bi ser malan de girtine û xwendevan jî di nav de 13 ciwan binçav kirine.

Hat ragihandin ku binçavkirina ciwanan bi hinceta ku dê 19`ê Cotmehê li Amedê rêxistineke ciwanan a bi navê “YNCK” were avakirin û dê li navçeya Sûrê çalakiyan bike, pêk hatiye.

Hat destnîşankirin ku di dosyayê de biryara dersînorkirinê jî heye.

Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.