Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Yekîtiya Kedkaran a bajarê Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Di konferansê de hevserokên berê yên yekîtiyê carek din hatin hilbijartin û biryarên girîng hatin giritn.

Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Yekîtiya Kedkarên Tebqayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
27 cotmeh, 2023   14:14
TEBQA

Konferansa Duyemîn a Yekîtiya Kedkaran a bajarê Tebqayê îro bi dirûşmeya “Bi milên kedkaran em welatê xwe ava dikin” li avahiya Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl a li bajêr hat lidarxistin. Bi dehan kedkarên bajêr û gundewarê wê û şandeyeke Yekîtiya Xebatkarên Reqayê beşdarî konferansê bûn.

Piştî rêzgirtinê, axaftina destpêkê ji ailyê komîteya amadekar a konferansê ve hat kirin.

Di konferansê de rêziknameya yekîtiyê piştî nîqaş û guhertinan, ji nû ve hat erêkirin.

Her wiha raporên sala borî yên komîteyên girêdayî yekîtiyê hatin xwendin û rewşa rêxistinî ya her komîteyekê hat nirxandin. Piştî dengdanê, hevserkên berê yên yekîtiyê Zeyneb Omer û Ebduletîf El Fesîh ji nû ve wekî hevserok hatin hilbijartin.

Konferans gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan biryaran: Peydakirina derfetên kar ji bo kedkaran, başkirina rewşa kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevlêkirina hemû kedkaran bo yekitiyê, parastina mafên kedkaran di beşên taybet û giştî de, aktîvkirian sindoqa hevkariyê ya xebatkaran, lidarxistina çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

(c)

ANHA