Li Agiriyê piştî 10 salan Komeleya Kurdî-Zana Ararat vebû

Li Agiriyê piştî 10 salan ji bo pêşxistina çand, huner û zimanê Kurdî, Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zana Ararat hat vekirin.

Li Agiriyê piştî 10 salan Komeleya Kurdî-Zana Ararat vebû
8 mijdar, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê, Komeleya Çand Huner û Ziman a Kurdî-Zana Ararat hat vekirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Agirê Necla Demîr, hevşaredarên Agiriyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî tev li merasîma vekirina komeleyê bûn. Kesên tev li merasîmê bûn, li ber stranan vekirina komeleyê pêk anîn.

Piştre Hevseroka Kurdî- Zana Ararat Dîcle Bozkûrt axivî û destnîşan kir ku 10 sal in saziyek li ser zimanê Kurdî xebatê bike li Agiriyê tune bû û wiha got: “Vekirina vê komeleyê ji bo pêşeroja me ye. Her wiha ev komele dê bibe mifteya Kurdistana azad. Ji bo zarok, ciwan û hemû gelê me li ser xêrê be.”

‘EM BI KURDÎ BIJÎN’

Parlamenter Necla Demîr jî diyar kir ku civak çiqas rêxistinkirî be aştî wê ew qas zû pêk bê û got: “Dema bi qeyiman vîna gel desteser kirîn destpêkê êrîşî saziyên ziman û çandê kirin. Lê me tu dem dev ji çand û zimanê xwe berneda. Em ê gotina birêz Ocalan ya, ‘Civak çiqas rêxistinkirî be, çareserî ew qas xurt dibe’ esas bigirin û li gor wê xwe di her alî de rêxistin bikin. Ji ber wê yekî divê em li saziyên xwe xwedî derkevin, bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî bijîn.”

Piştî axaftinan pirtûka fêrbûna Kurdî, “Hînker” li beşdaran hatin belavkirin û weke dersa yekemîn alfabeya Kurdî hat dayîn.