Li Lubnanê 2 endamên Hizbullahê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa nêzî bajarokê Şeba yê başûrê Lubnanê de 2 endamên Hizbullahê hatin kuştin.

Li Lubnanê 2 endamên Hizbullahê hatin kuştin
8 mijdar, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee ragihand ku hêzên Îsraîlê li derdora bajarokê Şeba yê başûrê Lubnanê êrişek pêk anî, di encamê de 2 endamên Hizbullah hatin kuştin.

Adraee bi daxuyaniyekê got, "Artêşa Îsraîlê êrişî 2 endamên rêxistina Seraya ya Lubnanê ku bi arasteya Hizbullah dixebitîn hedef girtin. Ev êriş piştî qaçaxçîtiya rêbazên şer ên ji hêla Hizbullah ve tên bikaranîn, pêk hat."

Adraee diyar kir ku ev çalakî "binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanêde ye. Dê artêşa îsraîlê her çalakiyekê gefan li ewlehiya sînorê bakur dixwe têk bibe."

Li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê rageşî û pevçûnên demkî hene û digel wê hişyarî têkildarî rageşî berfirehtir bibe hat dayîn.

(fr)