Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îro 7 navendan çalakiyên girseyî tên lidarxistin.

Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin
Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin
Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin
Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin
8 adar, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" îro li Heleb û 5 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin.

Navendên ku dê çalakî lê werin lidarxistin ev in:

*Gundê Dirêjîkê yê navçeya Tirbespiyê

*Sed Xerbî ya li Hesekê,

* Daristana li rojavayê bajarê Kobanê, saet: 12.00

*Li Şehbayê çalakî bi meşekê dest pê dike û wê li qada pîrozbahiyê ya li navçeya Ehdasê dewam bike.

* Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê, saet:13.00

*Stadyuma Yekitiya Werzîşê ya bajarê Tebqayê , saet: 13.00

*Li Helebê jî çalakî saet di 11.00’an de ji ber navenda ciwanan a li taxa Şêxmeqsûd dest pê dike û bi pîrozbahiye li herêma Şiqêf bi dawî dibe.

(bb)