Li herêmên dagirkirî 14 welatiyên din hatin revandin

Li herêmên dagirkirî 14 welatî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Li Efrînê 3 malên welatiyan hatin desteserkirin. Ji destpêka salê ve tenê li Efrînê 8 kes hatin qetilkirin, 87 kes hatin revandin.

Li herêmên dagirkirî 14 welatiyên din hatin revandin
8 adar, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3’yê Adarê welatiyê bi navê Îzet Xelo (67) ê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand. 

Di 3 rojên dawî de jî li Cerablusê 13 kes hatin revandin. Hat ragihandin ku kesên hatine revandin koçberên çûbûn Tirkiyeyê û bi darê zorê berê wan dane herêmên dagirkirî ne. Welatî dema ji sînor hatine derbaskirin çeteyan ji wan xerac xwestiye, lê welatiyan qebûl nekiriye û li ser vê yekê hatine revandin.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çeteyan dest danîn ser malên 3 welatiyên Kurd û ew ji malên wan derxistin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, navên welatiyên malên wan hatine desteserkirin wiha ne: Seydo Hec Îbrahîm Şêxo, Hesen Mistefa Çolaq û Osman Ebdo Zelxa.

Ji DESTPÊKA SALÊ VE 87 KES HATIN REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2024’an ve tenê li Efrînê 8 kes qetil kirin, 87 kes revandin û bi sedan dar birîn. 

Di meha Çileyê de 4 kes ji aliyê çete û dagirkeran ve hatin qetilkirin û zêdekirî 50 kesên ku jin û zarok jî di nav de hene hatin revandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de 4 kes qetil kirin, 27 kes jî revandin û 800 dar birîn.

7’ê Adarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabatayê 4 xwendekar revandin.

4’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li heman navçeyê 3 kes revandin.

5’ê Adarê jî çeteyan li gundê Bîbîka yê navçeya Bilbilê 3 welatî revandin û ew birin cihekî nediyar.