Li 2 navçeyên Qamişlo hezar dar hatin çandin

Platforma Jinan a Ekolojiyê ragihand ku bi boneya 4ˊê Nîsanê hezar darên curbecur hatine amadekirin ku li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên Qamişloyê bên çandin.

Li 2 navçeyên Qamişlo hezar dar hatin çandin
Li 2 navçeyên Qamişlo hezar dar hatin çandin
Li 2 navçeyên Qamişlo hezar dar hatin çandin
3 nîsan, 2024   16:31
QAMIŞLO

Platforma Jinan a Ekolojiyê li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên Qamişloyê ya kantona Cizîrê bi 2 daxuyaniyên cuda ragihand ku hezar dar ji bo çandina li her du navçeyan amade kirin.

Ev yek di çarçoveya hemleya platformê ku 9ˊê Çileyê de hatiye destpêkirin, pêk tê û dê heta 4ˊê Nîsana 2024ˊan dewam bike.

Armanc ji hemleya çandina daran li cihên giştî, park, goristan û saziyên navçeyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e.

(fr)

ANHA