Devrîm Demîr û Ahmed Turk mazbata wergirtin û berê xwe da Wanê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên DEM Partiyê yên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk îro bi gel re çûn edliyeyê û mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran ji bo Wanê peyamên berxwedanê dan.

Devrîm Demîr û Ahmed Turk mazbata wergirtin û berê xwe da Wanê
3 nîsan, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi ferqeke mezin a dengan li 6 şaredariyên navçeyan û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Devrîm Demîr û Ahmet Turk ji bo wergirtina mazbatayên xwe bi gel re hatin ba hev. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ber bi Edliyeyê ve meşiya, xwest îradeya Wanê bê erêkirin. Gelek caran dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Wan vîna me ye" hatin berzkirin.

Hevşaredaran piştî wergirtina mazbatayê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk wiha got:

"Di 31'ê Adarê de gelê me bi ser ket. Gelê me vîna xwe nîşan da û ezmûnek pir girîng bi serketî derbas kir. Mêrdîn bajarekî pir bawerî, pirçandî ye. Gelê Ereb, Suryanî û Kurd jî di vê serketinê de cih girtin. Ez di wê baweriyê de me ku ev encam destpêka serdemeke nû ye, ew derî li ber têgihiştineke nû vedike, heta niha me hewl daye ku diyalog li vî welatî mayînde bibe û em ê berdewam jî bikin. Lê îro em dibînin ku Bi hîleyan hewl didin vîna gel ji holê rakin. Heta ev bêhiqûqî berdewam bike em ê bertekên xwe nîşan bidin û tu carî bêdeng nemînin. Ji bo demokratikbûna vî welatî em ê hewldanên xwe bidomînin.”

Piştî daxuyaniyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo biçe Wanê bi rê ket.