Bi boneya 8’ê Adarê mûm li  pekrewangeha şehîdan hatin pêxistin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ˊê Adarê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li pekrewangehê mûm pêxistin.

2 adar, 2024   21:37
TEBQA

Di çalakiya ku li pekrewana şehîdan a Tebqayê hatiye lidarxistin de nûnerên Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk, deste, meclisên girêdayî wê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê beşdar bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensora bixêrhatina beşdaran kir.

Dûre endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûiya ya Tebqayê Huda El Elî axivî û wiha got: "Bi nêzbûna 8ˊê Adarê re ku rola dîrokî ye û gelek têkoşîn û fedakarî ji hêla jinan ve hatin dayîn da ku ji zulm û qirkirinê werin rizgarkirin. Jinan li hember zihniyeta baviksalarî li ber xwe da û destkeftî li pey destkeftiyê pêk anîn."

Huda wiha domand: "Şehîdan serdemeke nû ava kir û dê jin tê de bijîn û zihniyeta desthilatê têk bibin. Ew zihniyet li pêşberî jinan dibe beng. Her têkoşîn û tevgerek di oxira pêkanîna azadî û aştiyê de di têkbirina vê zihniyetê re derbas dibe."

Huda soza şopandina rêça şehîdan da û got ew ê bi vîna jina azad rêça siyasetên qirkirinê yên dagirkiriyê û tecrîdê têk bibin.

Dûre beşdaran mûm pêxistin.

ANHA