Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin

Serokê Meclisa Tirkiyê  Nûman Kurtulmuş beriya civîna 16’an a komîsyonê axivî û got ku ew ber bi amadekirina rapora dawî ve diçin.

Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
30 cotmeh, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara 16’an civiya. Komîsyon dê îro li Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ya Tirkiyê  guhdarî bike. 

Serokê Meclisê û Komîsyonê Nûman Kurtulmuş di civînê de axivî û got ku xebatên wan ên komîsyonê ber bi amadekirina raporê ve diçin. Kurtulmuş, komîsyon weke komîsyoneke dîrokî pênase kir. 

Kurtulmuş, da zanîn ku komîsyonê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebatek pir baş pêş xistiye û partiyên cuda li ser xal û fikrên hevpar gihiştin hev. Kurtulmuş, îşare bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara fesixkirinê ya PKK’ê kir û got: “Hemû pêkhateyên wê diyar kirin ku dê xebatên rêxistinê nemeşînin. Bi taybetî daxuyaniya 26’ê cotmehê ev gihiştiye pêngavek jortir. Bi vê yekê re dê xebat û guhertinên zagonî jî bêne amadekirin. Komîsyonê ji bo guhertina zagonan çarçoveyek amede kir û dê vê çarçoveyê pêşkêşî meclisê bike. Ev ne cihê guhertina zagonên destûra bingehîn e. Lê dê çarçoveyekê xêz bike û pêşkêş bike. Heta niha gavên mezin hatin avêtin.”