Kremlin: Pûtîn piştî hilbijartinên 17ˊê Adarê serdana Tirkiyeyê dike

Kremlinê dema serdana Pûtîn ji Tirkiyeyê re diyar kir, ew jî piştî serdana wî ku çaverê bû 12ˊyê Sibatê bû, hate derengxistin.

Kremlin: Pûtîn piştî hilbijartinên 17ˊê Adarê serdana Tirkiyeyê dike
26 sibat, 2024   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlinê diyar kir ku dê Pûtîn piştî hilbijartinên serokatiya Rûsyayê ya ku dê navbera 15 û 17ˊê Adarê de pêk bên, serdana Tirkiyeyê bike û dan û standina bi hempîşeyê xwe yê Tirkî Recep Tayyîp Erdogan re bike.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got rojeva her du serokan tijî ye û nikarin beriya hilbijartinan civînekê li dar bixin.

(fr)