Kovara Ciwanên Şoreşger bi hejmara xwe ya 25ˊan derket

Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê (TCŞ) hejmara xwe ya 25'an bi sernavê "Axa xwe li hemberî îxanet û dagirkeriyê biparêzin" weşand.

Kovara Ciwanên Şoreşger bi hejmara xwe ya 25ˊan derket
2 gulan, 2024   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

TCŞ'ê hejmara nû ya mehên Gulan û Hezîranê bi zaravayê Kurmancî û Erebî derxist.

Di hejmara nû ya kovarê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê gelê Ereb, Îsraîl û destana Derwêşê Ebdî de cih digirin.

Di kovarê de perspektîfa ciwanên şoreşger û jinên ciwan ji bo qonaxa ku tê de derbas dibin, nivîsên li ser pengava vejînê ya 1’ê Hezîranê, li ser parastina xwezaya herêmê û li ser şehîdên Kurd ên li Lubnanê jî hatin amadekirin.

Bi vê re jiyana rojnamevan û şoreşger Hozan Çiya tê nasandin û bi gotinên Abdullah Ocalan şehîdên mezin ên tevgera azadiyê hat bibîranîn.

 Kovar li ser malpera Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin