Koreya Başûr 2 girav vala kirin

Koreya Bakur zêdetirî 200 guleyên obîsan avêtin deryaya nêzî sînorê Koreya Başûr.

Koreya Başûr 2 girav vala kirin
5 ÇILE, 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand ragihand ku Koryaya Bakur guleyên abîsan avêtin herêmê.  Piştî bûyerê desthilata Koreya Başûr ferman da niştecihên du giravên sînorî ku giravan vala bikin. Di heman demê de serokê Koryaya Bakur  Kim Jong Un fermana zêdekirina berhemanîna mûşekan da.

Li gorî AFP’ê, Koreya Başûr îro ragihand ku Koreyaya Bakur tedbîqat li ser sînorê deryayê pêk anî û derdora 20 guleyan obîsan ber ber peravên rojava ve avêtin.

Ajansa nûçeyan ya Yonhap ragihand ku Koreya Başûr îro ferman da ku girava Yeonpyeong a nêzî sînorê wê bi Koreya Bakur re ji niştecihên wê were valakirin.

AFP’ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih girtiye da zanîn ku Koreya Başûr ferman da niştecihên gireva Bangyeondo ku girevê vala bikin.

Koreya Başûr pêkanînên Koreya Bakur ên nêzî her du girevên sînorî bi "Kiryarekî provokatîf" bi nav kir û banga rawestandina van kiryaran kir.  Koreya Başûr hişyar da ku dê li hemberî van kiryaran "tedbîrên guncaw" bibire.

(bb)