Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin
5 ÇILE, 2024   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Tekel a navçeya Farqînê ya Amedê serê sibehê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Di encamê de Mûrat Aslan (26), Selman Aktaş (19) û Cîhan Almaz hatin binçavkirin.

 Hate zanîn ku Mûrat Aslan nû ji girtîgehê derketibû. Bav Halîs Aslan qala zordariya polîsan kir û got, "Mirovahî bi wan re nîne. Çawa ketin hundir, rûyê min da dîwar. Li malê nexweşên me yên extiyar hene. Dest danîn ser telefona kurê min."