Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 34 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdana hevdîtinê hate kirin.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
5 ÇILE, 2024   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 34 meh in agahî jê nayê wergirtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' tê astengkirin. Dadgerî nûmareya dosyayê ya li ser cezayê dîsîplînê aşkera nake.