Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di civînekê de geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û dûrxistina jinan ji navendên biryardanê gotûbêj kirin.

Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin
Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin
Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin
Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin
Koordînasyon Jinan a MSD’ê geşedanên dawîn gotûbêj kirin
18 hezîran, 2025   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Jinan a MSD`ê li bajarê Hesekê bi amadebûna hevseroka meclisê Leyla Qereman û endamên koordînasyonê, civîna xwe ya asayî li dar xist. 

Leyla Qereman di civînê de geşedanên li Rojhilata Navîn ên ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve pêk hatine nirxandin û diyar kir ku qada siyasî ya herêmê ji nû ve tê dîzaynkirin. Qereman got siberoja Sûriyeyê divê li ser bingehên jiyana hevbeş û aramiyê bin. Her wiha tekez kir ku valahiya siyasî ya li Sûriyeyê bandoreke neyînî li ser siberojê dike, lewma divê tevgereke siyasî ya bihêz were kirin û hemû beşên civakê beşdar bibin, di serî de jin ku "binyada avakirina Sûriyeya nû ne".

Leyla Qereman wiha pê de çû: "Sûriyeya siberojê bêyî nûneratiya jinan a rasteqîn nayê avakirin. Paşguhkirina jinan her projeyeke siyasî têk dibe. Jin ne tenê piştgir in, lê hevparên biryardayîn û siberojê ne.”

Beşdarên civînê jî bal kişand ser têkoşîna jinên Sûriyeyê di salên şer de û diyar kir ku beşdariya jinan di biryardayîn û sazkirina destûrê de, pêdiviyeke nîştimanî û çespandina demokrasiyê ye.

Civîn bi çend pêşniyaran bi dawî bû:

Lidarxistina komxebetên diyalogê yên berfireh der barê rola siyasî ya jinên Sûriyeyê û erkên wan di hemû waran de.

Zêdekirina pêwendî û hevkariya bi jinên Sûriyeyê re li herêmên cuda bi armanca avakirina lihevhatineke nîştimanî ya bihêz.