Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantonên Reqa û Dêrazorê diz girtin, her wiha li kantona Firatê jî endamên tûrek bazirgan û bikarhênerên hişbirê girtin, çek û alavên wan desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diz û bazirganên hişbirê girtin
18 hezîran, 2025   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê yê kantona Firatê operasiyonek ewlehî li dijî hejmarek kesên bazirganiya hişbirê dikin û bi kar tînin pêk anî. Hêzên ew girtin, çek û alavên di destên wan de desteser kirin, di nav de jî bombeyên destan û damanceyên guhertî hebûn.

Navendê diyar kir ku Hêzên Dijî Tawanan di operasiyoneyek ewlehî li bajarokê Kîsrat ê kantona Reqayê de 3 diz girtin, çek û madeyên hişbirê yên li gel wan desteser kirin. Lêpirsînên bi dizan re didomin, da ku kiryarên kirine werin aşkerakirin û kesên bi wan re jî werin girtin.

Li gorî navendê, li kantona Dêrazorê jî di 16’ê Hezîranê de du kesên erebeya welatiyekî dizîbûn hatin girtin û ji dozgeriyê re hatin rakirin.

Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên xurtkirina ewlehî û têkoşîna dijî sûcên li herêmê de pêk tên.

(fr)