Konseya Ewlehiyê naskirina Somalîlandê nîqaş kir

Konseya Ewlehiyê ya NY’yê di civîna xwe de mijara naskirina Somalîlandê ya ji aliyê Îsraîlê ve nîqaş kir.

 Konseya Ewlehiyê naskirina Somalîlandê nîqaş kir
30 kanûn, 2025   11:39

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî duh êvarê civînek bi rojeva naskirina Somalîlandê wek dewleteke serbixwe ji aliyê Îsraîlê ve li dar xist.

Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Xalid  Xeyarî bang li aliyên Somaliyê kir ku diyalogeke aştiyane û avaker bikin.

Xeyarî îşaret pê kir ku welatên erebî û afrîkayî jî di nav de, tevî 20 welatên din jî ku daxuyaniyeke hevbeş da,  biryara Îsraîlê ya naskirina Somalîlandê hatiye redkirin.

 Nûnerê Somaliyê ku ji hêla welatên Afrîkayê û endamên din ve tê piştgirîkirin got, naskirina Somalîlandê binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de û gefê li aştî û ewlehiyê dixwe.

Nûnerê Brîtanyayê jî got welatê wî Somalîlandê nas nake. DYA’yê jî diyar kir ku siyaseta wê nehatiye guhertin û diyar kir ku civîn durûtiya pîvanan nîşan dide.

Nûnerê Îsraîlê parastina birayra welatê xwe kir û bi “îtîrafeke qanûnî ya li ser esasê rastiyan” bi nav kir.

Komkara Erebî naskirina Somalîlandê wek gefeke li ser ewlehiya herêmê bi nav kir û daxwaza betalkirinê kir.

(b)