Kongreya nîştimanî di demeke nêz de li dar dikeve

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreya nîştimanî ya kurdî tê kirin. Armanca lidarxistina kongreyê, yekitiya nîştimanî ye. Komîteya amadekar plan dike ku piştî 2 hefteyan li dar bixe.

Kongreya nîştimanî di demeke nêz de li dar dikeve
6 ÇILE, 2025   05:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

21`ê Kanûna 2024`an, Komîteya Amadekar a Lidarxistina Kongreya Kurdî, di civîneke çapemeniyê de li Qamişloyê ragihand ku amadekariyên yekkirina nêrînên aliyên kurdî tê kirin.

Têkildarî kar û xebatên konferansê, dem û lidarxistina kongreyê û armanca wê berdevka Komîteya Amadekar Hêvî Mistefa ji ajansa me re axivî.

Hêvî got ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî komîteya amadekar hate avakirin û wiha domand: "Me dixwest beriya 2025 me kongre li dar xistiba. Lê ji ber gelek sedeman û ji ber ku gelek kesên serbixwe û saziyên sivîl tev li komîteyê bûn, kongre hate derengxistin."

Derbarê dema lidarxistina kongreyê de Hêvî got: "Eger pirsgirêk derneketin, kongre dê piştî 15 rojan bê lidarxistin."

Hêvî destnîşan kir ku aliyên siyasî li benda vexwendnameyên kongreyê ne, nûnerên tevahî partiyan di kongreyê de cih digirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Me ji Encûman Nîştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê re vexwendname şand ji bo ku nûnerên wan di komîteyê de hebin. Lê heta niha bersiv nedane."

Hêvî diyar kir ku komîte dê serdana ENKS`ê bikin ji bo ku careke din wan vexwînin kongreyê.

Di dawiyê de Hêvî armanca kongreyê aşkera kir û got: "Em dixwazin helwesta aliyên siyasî yên kurdî yek be, destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyeyê xwedî nêrîneke hevgirtî bin. Çareserî çawa ye, çi bê xwestin, ji kurdistaniyan çi tê xwestin ji bo piştgiriya şoreşa Rojava bikin, bigihînin nêrîneke hevbeş."

(şx/k)

ANHA