Pergala nenavendî forma herî guncew e ji bo parastina sûriyeyiyan ye

Parêzer û çalakvan Adil El Hadî yê ji bajarê Siweydayê got ji bo parastina sûriyeyiyan û avakirina dewleteke demokratîk û ilmanî pergala nenavendî forma herî guncew e.

Pergala nenavendî forma herî guncew e ji bo parastina sûriyeyiyan ye
6 ÇILE, 2025   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Behsa siberoja Sûriyeyê piştî ketina rejîma berê tê kirin. Parêzer û çalavanê ji Siweydayê Adil El El Hadî der barê mijarê ji ajansa me re axivî.

El Hadî behsa bûyerên dawîn li Sûriyeyê û got: "Bê guman xilasiya ji pergala zordest a baasî, ji bo bidestxistina hêviyên sûriyeyiyan ên azadiyê û rûmetê gaveke girîng e. Ji bo me ya herî girîng avakirina dewleta Sûriyeyê ya xwedî pergaleke demokratîk li ser bingeha têgeha hemwelatîbûnê ye."

El Hadî wiha domand: "Biryarên HTŞ`ê bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî, li dijî hêviyên sûriyeyiyan e. Ferzkirina pergala fikrî û olî ya HTŞ`ê li ser sûriyeyiyan, wek pêvajoya avakirina pergaleke zordest a nû ya li dijî hêviyên sûriyeyiyan e û fedakariyên wan vala derdixe."

El Hadî diyar kir ku di pêvajoya demkî de divê bendên biryara 2254 li gorî biryarên civîna Eqebeyê bikevin meriyetê û bi çavdêriya NY`yê dest bi nivîsandina destûrê bê kirin.

El Hadî di dawiyê de diyar kir ku ji bo parastina mafên sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeya demokratîk a ilmanî li gorî rêgezên mafên mirovan yên navnetewyî, pergala nenavendî forma herî guncew e.

(şx/k)

ANHA