Rêber Abdullah Ocalan: Heta mirov civakan fêm neke nikare xwe bigihîne çareseriyê

Rêber Abdullah Ocalan dibêje; “Ferdê xwedî heqîqet ji aliyê civaka xwe ve tê diyarkirin. Mirov nikare li ti ferd yan jî xwediyê heqîqetê serwext bibe heke mirov civakîbûna ew pêve girêdayî ji nedîtî ve were. Mirov heta civakan fêhm neke, der barê pirsgirêkên wan de nikare xwe bigihîne çareseriyên para wan a heqîqetê zêde."

Rêber Abdullah Ocalan: Heta mirov civakan fêm neke nikare xwe bigihîne çareseriyê
6 ÇILE, 2025   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dema ku aloziya li Rojhilata Navîn hîn kurtir bûye, bi taybetî li Suriyeyê lêgerînên çareseriyê didomin de, paradîgmaya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyan pêşkêş kiriye, zêdetir tê nîqaşkirin. 

Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya 5ˈan a bi navê, “Parastina Kurdên Di Nava Pençeyên Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” de balê dikişîne ser çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn.  

Di beşa bi sernavê "Di pêxîrtengiya Rojhilata Navîn de çareseriya modernîteya demokratîk" de Rêber Abdullah Ocalan dibêje, "Diyardeyên civakî nerm in. Di nava yên pirr pêxîrtengî de jî timî îhtîmalên çareseriyê yên pirralî hene. Pirs ew e, tesewirên çareserî xwe disipêrin wan têkiliya wan bi heqîqeta civakî re hene. Diyardeyên civakî mîna diyardeyeke fizîkî yan jî diyardeyeke kîmyawî bi qanûnan nayên pîvan û bi wan ve nayên girêdan."

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike, "Ferdê xwedî heqîqet ji aliyê civaka xwe ve tê diyarkirin. Mirov nikare li ti ferd yan jî xwediyê heqîqetê serwext bibe heke mirov civakîbûna ew pêve girêdayî ji nedîtî ve were. Ji ber vê, herçiqasî sosyolojî zanista herî dereng bi pêş ketiye jî dîsa di serê wan zanistan de tê timûtim pêdiviya xwe bi xurtkirin û gihiştinê dibîne. Mirov heta civakan fêhm neke, der barê pirsgirêkên wan de nikare xwe bigihîne çareseriyên para wan a heqîqetê zêde. Ji bo mirov pêxîrtengiyên civakî jî fêhm bike, hê bêhtir pêdivî bi têgihiştina civakan a heqîqetê heye Di kêliyên pêxîrtengiyê de civak ji hev de dikevin ango di van kêliyan de heqîqetên wan vediguherin."

Têkildarî kapîtalîzmê jî Rêber Abdullah Ocalan van nirxandinan dike "Di çarçoveya şer û guftûgoyên modernîteyê de hêsan dibe ku mirov pêşbîniya çarenûsa modernîteya kapîtalîst di çanda Rojhilata Navîn de bike. Di tevahiya hewldanên me yên analîzê de xuya dibe ku ev çarenûs ê bi xwe diyar nebe. Kengî bi tesewira modernîteya alternatîf a îdeaya wê ya heqîqetê ji wê bi hêztir hebe wê karibe jê bibihure. Mirov vê jî bi rexneyên modernîteya demokratîk li hêmanên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst, bi rexneyên tevgerên femînîst, ekolojîst, çanda ji rêûresmê û sosyalîzma pêkhatî yên li wê kirin û nikarîbûn ji wê bibihurin, bikin yek û bi vî awayî mirov dikare hêza çareseriyê ya hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk nîşan bide. "

Rêber Abdullah Ocalan bi van gotinan jî bal kişandiye ser rêbazên çareseriyê "Mirov li gotinên di vê mijarê de hatine gotin hemûyan di çarçoveya rizgarbûna ji pêxîrtengiya civakî ya Rojhilata Navîn de bifikire, mirov ê karibe pêşbîniya çareseriya muhtemel bike.

Teoriya neteweya demokratîk hêmana sereke ya çareserker a modernîteya demokratîk e. Ji bilî teoriya neteweya demokratîk teoriyeke din nîne li dijî teoriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst civaka mirovatiya gerdûnî mîna serjêkeran hûrûhûrî kirî, civakê ji nû ve bigihîne hev û di nava azadiyê de li cem hev bigire. Teoriyên din ên civakî li hemberî pirsgirêkên roja me ya îro ji roleke marjînal pêve nikarin bi roleke din rabin û maneyekê îfade bikin. Teoriyên lîberal ên kapîtalîst, li şûna ku nexweşiyên kanserolojîk ên ku kapîtalîzmê li serê mirovatiyê dewamî kirine çareser bike û civakê bigihîne tenduristiya wê, bi tenê bi dayîna hinek dermanan temenê nexweşê kansêrî piçekî din dikarin dirêj bikin. Bi tevahî çareseriyên ev teorî pêşniyar dikin, pirsgirêkan mîna çiyan mezin dikin û bi vî awayî temenê modernîteya kapîtalîst hinekî din dirêj dikin. Bûyerên di sedsala dawî ya Rojhilata Navîn de diqewimin, vî hukmê em didin piştrast dikin. Civaka Rojhilata Navîn tevahiya dîrokê, heta beriya bi deh hezar salan di nava yekparebûneke çandî de jiyanek ava kir û di nava agirê Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ev jiyan ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve bi awayê qesabekî hat hûrkirin û ji însafa cinawirên bi navê dewleta netewe re hat hiştin. Dewletên netewe bi awayekî herî berbiçav rewşa Levîethan îfade dikin ku di Pirtûka Pîroz de dewlet bi Levîethan re wekhev tê dîtin. Îcar ev dewleta netewe ya weke Levîathan tê dîtin bi derewên ji wan re polîtîka derve û hundir tê gotin rastiyan parçe dike û dadiqurtîne, ji vê jî wêdetir bi roleke din ranabe. Çanda civakî ya ketiye ser hev û ji aliyê dîrokî ve yekparebûneke mezin îfade dike, dabeşî parçeyan dikin, li ser maseya înkar û îmhayê radixin û ji vê re jî civaka neteweyî ya modern dibêjin. Çanda dîrokî û civakî çiqasî parçe kirin û bi vî awayî înkar û îmha kirin, xwe ewqasî serketî hesibandin. Dewletên netewe yên bi rola qesabên modernîteya kapîtalîst rabûn, çiqasî karîbûn îmha û înkara rabihuriyê bikin û li şûnê saziyên ajan ên sîstemê û zêhniyetên oryantalîst serwer bikin, xwe li hemberî efendiyên xwe ewqasî serketî û bextewar hesibandin. Ji aliyê çanda Rojhilata Navîn ve di sedsala dawî de dabeşbûnên dewleta netewe û pêkanînên ji wan re polîtîka derve û hundir dihat gotin bi awayekî giştî tevgerên qirkirinê ne. Ji zêhniyetê heta bi cîhanên ekonomîk tişta hatiye kirin ew e, yekparebûna rastiyê hatiye parçekirin û xistine rewşekê ku hêmanên modernîteya kapîtalîst karibin wan bixwin û daqurtînin. Bi tenê ji bûyerên îro roj li Iraqê diqewimin em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bi hêsanî em dikarin pê sedsala dawî binirxînin.

Teoriya neteweya demokratîk, beriya her tiştî hûnandina cîhana zêhnî ya rawestandina bi vî şêwazê qesab parçekirin û gurandina yekparebûna çandî ye ango hûnandina cîhana zêhnî ya rawestandina dewleta netewe û ji nû ve destpêkirina yekparebûnê ye. Teoriya neteweya demokratîk hewl dide cîhana çandî ya Rojhilata Navîn li bin têgîna Yekîtiya Neteweya Demokratîk yekpare bike û weke prensîb vê li pêş digire û bi nirx dibîne. Cîhana me ya çandî tevahiya serdemên dîrokê yên di wan de hat avakirin, bi tevahiya cihêrengiya xwe yekpare bû; divê ew weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst, li bin vê têgînê were yekparekirin. Em li sedsala dawî binêrin: Rewş her ber bi parçebûnê ve beridiye."

Rêber Abdullah Ocalan di herikîna nirxandinên xwe de wiha dibêje: "zihniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin. Milletperestî çi bi awayekî laîk û çi bi awayekî dînperestî bibe, heta zêhniyeta dewleta netewe dewam bike, bivênevê civak ê bêhtir ji hev de bikevin û li dijî hev şer bikin."

Rêber Abdullah Ocalan ekonomiya demokratîk a komin wekî rêbazekî din a çareseriyê destnîşan kiriye û wiha şîrove dike " Ekonomiya bêyî komin nabe. Maneya peyva ekonomiyê bi xwe jî ‘qanûna komina malbatê’ ye. Ango weke malbat karûbarên kominekê yên ji bo debarê ne. Şêwazê heyînê yê civakê bi tevahî bi awayê kominê ye. Di dîrokê de ekonomiyeke bi ferd destpêkirî tineye. Dîrok û civak ekonomiya taybet nas nakin û bi kêmanî bi qasî dewleta netewe cinawirek e ku kapîtalîzmê afirandiye. Ekonomiya taybet tevahiya dîrokê timî bi ‘dizekiyê’ re wekhev hatiye dîtin û marjînal hatiye hiştin."

 Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku rêûresmên dîrokî û çandî kengî bi jiyana kominal di nava aktualîteyê de cih bigirin wê karibin hebûna xwe dewam bikin. Rêûresm nayê teqlîdkirin, lê mirov pişta xwe nede rêûresmê û xwe nespêrê jî nikare bijî. Lê rêûresm bi nirxên afirîner ên aktuel ku xwe nesipêrin înkara rêûresmê û teqlîda wê, jiyana dîrokî-civakî digihîje maneya xwe ya rastî.

Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, "Dema em dibêjin ekonomiya komin, divê mirov bi tenê çend qadan tenê fêhm neke, ji qada cotkariyê heta bi pîşesaziyê, ji xizmetan heta bi zanist û zenaetan gelek qadan fêhm bike. Ekonomiya komin sîstemek e, bi qasî li gund tê bipêşxistin, li bajar jî tê bipêşxistin.

 Li gorî Rêber Abdullah Ocalan faktora sêyemîn a li dijî îndustriyalîzma kapîtalîst îndustriya ekolojîk e. Rêber Abdullah Ocalan vê mijarê jî wiha şîrove kiriye "Mirov dikare îndustriyalîzmê weha bide naskirin, kapîtalîzm teknîkê ji bo meyla xwe ya kara herî zêde bi awayekî bêsînor bi kar tîne. Meyla kara herî zêde çawa ku dewlet weke amûrê desthilatdariya herî zêde bi awayê dewleta netewe ji nû ve bi rêxistin kir, gurçûpêçiya teknîkê ya bi armanca kara herî zêde jî bi awayê îndustriyalîzmê bi rêxistin kir.

 Tehlûkeya bingehîn a îndustriyalîzmê ew e, civaka cîhanek wê ya zindî û bi his heye vediguherîne goristana amûrên mekanîk û civakê dike robot. Eger îndustriyalîzm neyê bi sînorkirin, ti civak nikare cîhana xwe ya hestan bi awayekî durist dewam bike. Makînekirina civakê piştî qonaxeke diyar wê veguhere hilweşîna civakê. Aliyê kapîtalîzmê yê ji şer bêhtir bi tehlûke ew e, meyla wê heye îndustriyalîzmê timî herî mezin bike. Dinya ji niha ve bûye êsîrê amûrên ferazî û bajarên ji hawîrdorê qut. Îndustriyalîzm dike ku bajar mîna kansêrê zêde bibin. Bajar bûne cinawirên dinya me ya zindî dadiqurtînin. Bajarên şêniyên wan bi mîlyonan bi deh mîlyonan ti maneyek wan a civakî tineye û bi ti awayî hewcedarî bi hebûna bajarên bi vî rengî tineye, lewma bi awayekî kansêrwarî mezinbûna wan ji nexweşiyê bêhtir ti maneya xwe nîne."

 (bb)