Kongreya Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî dest pê kir

Li Reqayê Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî dest pê kir. Kongre wê 3 rojan dewam bike.

5 mijdar, 2023   11:41
REQA

Beriya çend kêliyan Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî dest pê kir. Kongrê li Reqayê ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin.

Ji bo nîşandana mîrasa pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Armen 4 kon li qada zanîngehê hatine vegirtin.

Di roja yekemîn a kongreyê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Ermen û Asur amade ne. Her wiha kesayetên ji derveyî Sûriyeyê wekî Misir, Hollanda û Brîtanyayê wê bi rêya bernameya Zoomê beşdar bibin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.Li gorî bernameya kongre, di roja yekemîn de wê du mijar werin nîqaşkirin. Mijara yekemîn girêdayî bandora şerê çekdarî li deverên şûnwarî, di aloziya Sûriyeyê de binpêkirinên li ser mîrasa çandî ya mirovî, her wiha berpirsyartiya parastina mîrasa madî û nemadî ye. Di rûniştina duyemîn de jî wê mijarên wekî,  bazirganiya elektronîk a bi milkên çandî li Sûriyê, bazirganiya neqanûnî ya bi milkên çandî li cîhana Ereban û derveyî wê, analîzkirina rêbaza tawanên qaçaxçîtiya berhemên kevnar li ser sînor û ji Sûriyeyê re, çawa înternetê dikare cihekî ji bo parvekirina çîrokên devkî yên koçberan peyda bike werin nîqaşkirin.

Kongre wê 3 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA