Çeteyan ciwanek qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya kantona Girê Spî ya dagirkirî ciwanek qetil kir.

Çeteyan ciwanek qetil kir
5 mijdar, 2023   11:06
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li benda kontorlê ya Qetaf a li rojavayê navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî ciwanê bi navê Casim El Yûnis bi guleyan qetil kir.

Heman çavkanî diyar kir El Yûnis nehişt çete jinan ji xizmên wî kontrolê bike, lew ra çeteyan wî qetil kir.

Li kanotna Girê Spî ya ku ji Cotmeha 2019′an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, revandin, standina fidiyê, talankirin û polîtîkayên guhertina demgorafî dewam dikin. Ji dema dagirkirinê û vir ve zêdetirî 28 hezar kes li kantonê hatine bicihkirin.

(bb)

ANHA