Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê didome

2’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dest pê kiribû, didome.

20 gulan, 2024   14:03
HELEB

2yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dewam dike.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê li berava Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Lidarxistina kongreyê di van şert û mercên siyasî û aborî yên dijwar de, gelek girîng e. Em jê armanc dikin ku dawî li êş û zehmetiyên gelê Sûriyeyê û jinan bînin.

Rîhab balkişand ser sedemên ji ber wê jin rûbirûyî sûcan dimînin û got: "Divê piştgriya rola jinan bê kirin. Divê jin tê bikoşe daku destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha divê wekhevî di navbera her du zayendan de di warê birêvebirina kar û barên xwecih û giştî de hebe. Divê piştgiriya hewldanên guhertina nenavendîbûnê bê kirin û ev model li seranserî Sûriyeyê partîk bibe."

Rîhab di dawiyê de destnîşan kir ku divê şer raweste, aştî û îstiqrar li Sûriyeyê pêk were, azadiya jinan ji bo misogerkriina azadiyan esas bê girtin, dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe, rêgeza wekheviyê di erk û mafan de, were bidestxistin.

Piştre endama Nivîsgeha Meclisa Jinan Suhêl El Senûh perspektîfên Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê xwendin.

Suhêl Meclisa Jinan a Sûriyeyê wek "îtîlafeke jinan ku ji rêxistin, yekitiyên jinan û kesayetên serbixwe yên sûriyeyî û çalakvanên civaka sivîl pêk tê" wesifand û hewl dide pergaleke civakî ya demokratîk ku wekheviyê û edaletê bi dest dixe, ava bike.

Her wiha Suhêl destnîşan kir ku doza jinan kilîta çareseriyê ye û bi dûrxistina jinan ji jiyana siyasî û birêvebirina civakê, jiyana demokratîk bi dest nakeve.

Di perspektîfan de, ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya jinan û ji bo pêşxistina asta wan ev armanc hatine diyarkirin:

1-Avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û ekolojîk ku azadiya jinan û çareseriya qeyrana li Sûriyeyê bi rêya diyalogên demokratîk û pêkanîna pergaleke demokratîk a pirrengî ya nevendî esas digire.

2-Pêkanîna azadî, demokrasî û edaletê ji bo tevahî nasnameyên etnîkî, çandî û civakên li Sûriyeyê pêkanîna  azadî, demokrasî û edaletê.

3-Ji bo serxistina armancên me bi bîrxistin, rêxistinkirin û perwerdekirina jinan, pêkanîna hevjiyana azad di navbera her du de şertên esasî ne.

4-Pêşxistina rola jinan di diyalog û sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê de ku mafên jinan di hemû qadan de mîsoger dike. Ji bo pêşxistina rola jinên ciwan di civakê de xebat were meşandin.

5-Divê qanûn û pîvanên navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariyê ya 1325 a taybet ji bo jinan (Peymana CEDAW) werin pêkanîn.

Di perspektîfan de hatiye diyarkirin ku jina azad, zana û birêxistinkirî bingeha civaka azad û bi rêxistinkirî ye. Her wiha hate gotin "Jin li hember tevahî cureyên tundî, nijadperestî û zayendperestiyê tê dikoşe û li ber xwe didin,  rêgeza nûnertiya adil û wekhev a jinan di tevahî qadên jiyanê de esas girtine."

Kongrê bi pêşandana sînevizyonek têkildarî rewşa jinan, rola meclisê di sivikkirina zehmetiyan û misogerkirina azadiya jinan de

(şx-bb)

ANHA