Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi plansaziyê dewam kir

2’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê bi xwendina rapora siyasî û rêxistinî û danîna plansaziyê û nîqaşan dewam kir.

20 gulan 2024   17:52
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyeyê kongreya xwe ya 2’yemîn bi xwendina rapora siyasî û rêxistinî, axaftinên bi rêya Zoomê dewam kir.

Piştî axaftinan rapora siyasî ji hêla endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Îlham Mutelî ve hat xwendin. Di raporê de hat gotin pergala modernîteya kapîtalîst hişt ku krîzên heyî kûrtir bibin.

Îlham Mutelî wiha got: “Dewletên desthilatdar ên li herêmê hewl didin pergala xwe biparêzin da ku xwe biparêzin û bi zîhniyeta xwe ya desthilatî mayîndebûna xwe misoger bikin. Dewletên mezin bi rêya projeyên xwe li Rojhilata Navîn dixwazin ji nû ve herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin.”

‘GER HIKUMETA ŞAMÊ ÇARESERIYAN PÊK NEYNE DÊ REWŞA ALOZTIR BIBE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de di raporê de hikumeta Şamê li hember mezinbûna krîzê berpirs hat dîtin. Her wiha hat gotin divê hikumeta Şamê gavên cidî ji bo çareserkirina rewşa siyasî biavêje.

RAPORA RÊXISTINÎ

Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl El Senoh jî rapora rêxistinî xwend. Di raporê de armancên damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê ku sîwana jinan a li seranserî Sûriyeyê ye, hat destnîşankirin. Her wiha hat diyarkirin ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê yekkirina jinan û gihandina dengê wan li seranserî cîhanê û xurtkirina wan di tevahî aliyan de, daye ser milê xwe.

Li kêleka wê jî berdevkên meclisê yên Lubnan û Tebqayê hatin erkdarkirin û Komîteya Ragihandina Meclisê hat aktîfkirin.

Di raporê de plansazî hate danîn. Li gorî plansaziyê;

Xebat li ser lidarxistina Kongreya Jinan a Aştiyê ya Sûriyeyê li ser asta Sûriyeyê were kirin û têkilî bi jinên li derve re were danîn.

Nivîsgeh li Ewropayê were vekirin.

Têkilî bi tevahî jinan li Sûriyeyê, derveyî wê û herêmên dagirkirî re were kirin.

Zext li aliyên têkildar were kirin ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê cihê xwe di komîteya destûrê de bigire.

Doza jinan di hundirê kampan de were çareserkirin.

Hewldan ji bo vekirina nivîsgehan li gorî pêdiviyên herêmê werin kirin.

Stratejiya xebata meclisê were diyarkirin da ku tevahî jinan dûrî meylên wan ên etnîk, mezhebî û siyasî hembêz bike.

Karînên jinan bi rêya dabînkirina perwerde û fêrkirinê werin xurtkirin. Atolye, semîner û pêngavên hişyarkirinê ji bo sekna li dijî tundiya li ser jinan werin lidarxistin.

Asta têkoşînê li dijî siyasetên li ser jinan were bilindkirin.

Daîreya têkilî û hevbendiyan bi tevgerên jinan ên herêmê û navneteweyî re ku bikeve xizmeta doza jinan, were firehkirin.

Plansazî bi rêxistinên sivîl ên jinan re were danîn û rola jinan di partiyan de were aktîfkirin.

NÎQAŞ

Di dawiyê de nîqaş hatin kirin. Lêkoler û wêjevan Sena Sadiq diyar kir ku divê xebat li ser rizgarkirina jinan ji çandên civakî yên çewt were kirin û derfet li pêş wan were vekirin ku bibin pêşengên civakê.

Endazyar Rebab Mêrza got divê xebat li ser dîsîplînkirina qanûnan were kirin ku qanûna cudahiyê dixe navbera pêkhateyan, were betalkirin. Her wiha divê berjewendiya Sûriyeyê esas be û ol ji dewletê were cudakirin.

Çalakvan Heyam Dasan jî anî ziman ku divê di navbera mêr û jinan de di nava civaka Sûriyeyê de wekheviyeke rasteqîn çêbe.

Endazyar Nadiya Rome diyar kir ku divê mêr ji zîhniyeta baviksalar werin rizgarkirin û ji biçûkaniya xwe de werin guhartin.

Bi rêya bernamya Zoomê çalakvana sûriyeyî ku li Tirkiyeyê dimîne, Îman El Refaî got bi awayekî giştî jinên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dimînin di tevliheviyekê de dijîn û mafên wan ên biryardayîna der barê xwe de nîn e û gelek sûc li hember wan pêk tên, di serî de jî ji mafê xwendinê bê par in.

Xebatên kongreyê bi nîqaş û diyalogan dewam dike. Tê payîn rêzikname bê xwendin, amadekariya hilbijartina koordînasyonê û dayîna encamnameyê bê kirin.

(fr)

ANHA