Ji bo Netanyahu biryara girtinê hate dayîn

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li Xezayê, biryara girtina serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû da.

Ji bo Netanyahu biryara girtinê hate dayîn
20 gulan, 2024   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) ku navenda wê li Laheyê ye, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li gorî belgeyên ji aliyê ofîsa me ve hatine komkirin û lêkolînkirin, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant herî kêm ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve li xaka dewleta Filistînê ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, xwedî berpirsyarî ne.”

JI BO RÊVEBERÊN HEMASÊ DAXWAZA GIRTINÊ

Dozgerê dadgehê ji bo rêveberên Hamasê jî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û yên li Xezeyê kirine, daxwaza girtinê kir.

Her wiha wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galland nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Nîşaneya bêedaletî û têkçûna exlaqî ye ku lîderên welatekî demokratîk ên ji bo parastina xwe tê dikoşin û lîderên rêxistineke terorîst û xwînrij mîna hev bêne nîşandan.”