Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ji bo Sûriyeya pêşerojê parve kir

Kongreya Îslama Demokratîk banga rûniştandina diyalog û şêwirmendiyê wekî rêbazekê ji bo çareserkirina nakokiyan kir û piştrast kir ku “wesîqeya Medîne Munewra” ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên hemû gel û mezheban dabîn dike, çareserî ye.

3 îlon, 2025   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk, ji bo ku nêrîna xwe der barê Sûriyeya siberojê de şîrove bike, li bajarê Dêrikê civîn û li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê panelek li dar xist.  

HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk bi dirûşma "Nêrîna Siyasî û Olî ya Kongreya Îslama Demokratîk li ser Pêşeroja Sûriyeyê" panêleke diyalogê li dar xist.

Di panela ku li Navenda Çandî ya Hîlala Zêrîn de hatiye lidarxistin, bi dehan nûnerên Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, her wiha kesayetên olî û kesên ku bi karûbarên Sûriyeyê re eleqedar dibin, beşdar bûn.

Di panêlê de 4 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekem ji hêla yek ji rêvebirên Meclisa Kongreyê li Hesekê Mistefa Abdo ve hate birêvebirin ku li ser nêrîna olî û siyasî ya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo avakirina Sûriyeke nû û piştgiriya hewldanên lihevanînê di navbera sûriyeyiyan de, xurtkirina diyalogê di navbera mezheb û olan de, xurtkirina rewşa jinan di civakê de û tevlêkirina wan û ciwanan di bernameyên pêşxistina hişmendiyê de, şopandina gotara olî, sepandina pergala nenavendî ku mafên baweriyan dabîn dike, di destûrê de pêkhateyan diparêze bû.

Mijara duyemîn jî bi sernavê "Banga hişyariyê", ji hêla endama Komîteya Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hate birêvebirin. Xilûd diyar kir ku Îslam banga aştiyê û demokrasiyê dike.  

Mijara sêyemîn bi sernavê "Hevgirtina Al El Beyt", ji hêla rêvebera Nivîsgeha Jinan a Hevgirtina Al El Beyt Xilûd Şêx ve hate birêvebirin. Xilûd li ser hevgirtinê û stûnên bingehîn ên baweriya Îslamê axivî û got: “Hevgirtin, stûneke bingehîn a dîroka Îslamê ye û di dîroka Îslam û Misilmanan de wateyên kûr ên olî, civakî û çandî hildigire."

Mijara çaremîn jî bi sernavê "Kongreya Îslama Demokratîk", ji aliyê serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Elî El Izzo ve hate birêvebirin. Mihemed bi awayekî berfireh, Kongreya Îslama Demokratîk şîrove kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi tu awayî ne li dijî ti olekê ye.

Di dawiya panelê de, beşdaraên nêrînên xwe der barê mijarên panelê de parve kirin. Her kes li hev kir ku “wesîqeya Medîne Munawara” ji bo avakirina Sûriyeya siberojê ya demokratîk ku hemû pêkhateyan li ser biratiyê, hezkirinê û jiyana hevbeş komî ser hev dike û mafên her kesî dabîn dike, çareserî ye.

QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan endamên kongreyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajêr hate lidarxistin.

Di civînê de rêveberê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sinan Seydoş axivî û diyar kir ku  "Kongreya Îslama Demokratîk, rêgeza ku îslam di cewherê xwe de nameya rizgariyê û demokratîk, wekheviyê, parastina rûmet û mafan, rizgarkirina mirov ji koletiyê, avakirina civakê li ser şêwiriyê, edaletê û merhemetê dihewîne, ji xwe re kiriye bingeh.

Sinan Seydoş destnîşan kir ku ev nêrîn ne tenê bangeke exlaqî ye, lê belê bingeha qanûneke destûrî ya adilane ye ku wê Sûriyeya nû pêş bixe.

Seydoş destnîşan kir ku Îslama Demokratîk ne teorî ye, lê belê alternatîfeke pratîk a şîdetê û tundrewiyê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ol bi berpirsyariya civakî ve girê dide, diyalog û şêwirî rêbaza çareserkirina pirsgirêkan e.”

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên civînê de nirxandin û parve kirin. Gotin Sûriye ya hemûyan e, divê demokratîk be, ji zihniyeta rejîma berê xilas bibe, cudahiyê nexe navbera pêkhateyan û mezheban de.

Her wiha diyar kirin ku divê her kes rêzê ji kar û barên hev du re bigirin, destûreke ku mafên kêmneteweyan diparêze bê dayîn, ji bo ku Sûriye ji aloziya domdar a ku niha di nav de ye xilas bibe û li ser bingeha edaletê, wekheviyê û jiyana hevbeş dewlet bê avakirin.

(ac/şx)

ANHA