Mamosteyên li herêmên dagirkirî derketin xwepêşandanan

Li herêmên dagirkirî yên Helebê mamosteyan li dijî rewşa perwerdeyê û nedana muçeyên wan derketin xwepêşandanê û banga dûrxistina berpirsên perwerdeyê ji kar kirin.

Mamosteyên li herêmên dagirkirî derketin xwepêşandanan
3 îlon, 2025   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Helebê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, mamoste li pêşiya gerînendetiyên perwerdeyê xwepêşandan li dar xist. Mamoste li hember paşguhkirina perwerdeyê, ji beriya 3 mehan ve muçe wernegirtine, derketin. Mamosteyan, nerazîbûnên xwe li hember tevliheviya saziyan nîşan dan ku di navbera siyasetên Tirkiyeyê û cudabûna wan ji herêmên din ên Sûriyeyê de, mane. 

Li bajarên Mari, Ezaz, Cerablus, Exterînê, Raî, Babê û bajarokên Bezaa û Soran mamsoteyan destnîşan kir ku paşguhkirina daxwazên wan, li ser siberoja bi hezaran xwendekaran gef e.

Mamosteyan, pankartên ku êş û zehmetiyên wan piştrast dikin, hildan û li dijî berpirsên qada perwerdeyê û desthilatên ku Wezareta Perwerdeyê ya Hikmeta Veguhêz a Şamê girêdayî wan in, slogan berz kirin.

Hemwextî paşketina qada perwerdeyê û rewşa jiyanî di herêmên dagirkirî de, nebûna qanûnê di saziyan de, saziyên di herêmên dagirkirî de di navbera siyasên dewleta Tirk a dagirker û herêmên din ên Sûriyeyê de mane, ev xwepêşandan hatine lidarxistin.

Beriya vê jî li bajarê Minbicê yê dagirkirî, heman xwepêşandan hatibû lidarxistin. Xwepêşandêran sloganên li dijî siyasetên Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Veguhêz a Şamê, berz kirin. Li bajarê Atarib ê rojavayê Helebê jî, mamoste derketin xwepêşandanê û banga zêdekirina muçeyan kirin.

(şx)