Kongra Star: Soza me wê bibe tohildana wan

Meclisa Kongra Star der barê qetilkirina şoreşger Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star: Soza me wê bibe tohildana wan
19 ÇILE, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li ser jina têkoşer û pêşeng Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi tundî şermezar kir û got: “Doh pêşeng û tekoşer Nagihan Akarsel (Zilan Koniya) bû İro jî pêşeng û tekoşer Feryal silêman xalid (Zelal Zagros) hate qatilkirin wê soza me bibe tohiladana wan”

Daxuyanî wiha ye:

“Zelal li Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de mezin bûye û bi hatina tevgera azadiyê bi naskirina xwe ya ji bo tevgera azadiyê, wek jinekê her ku dem derbas bû rihê welatparêziyê pê re xurt dibû. Bi taybet wek jinekê di lêgerîna xwe ya azadiyê de tev li refên PKK’ê dibe. Heval Zelal di nava tevgerê de wek jineke pêşeng a Kurd, milê wê yê neteweyî pêş bû, ji ber vê jî di jiyana xwe de jî wek jineke ku bi naskirina xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo re hembêz dike û tev li têkoşîna azadiyê dibe.

Hevala Feryal bi navê xwe yê din hevala Zelal Zagros di nava têkoşîna azadiyê de ku bi ciwantî dest pê kir û heya dema ku şehîd dibe, bê navber têkoşînê dike. Heval Zelal 31 yek salên ji bo gel û jinan bê navber li hember hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dida û têkoşîn dikir.

Hevala Zelal li çiyayên Kurdistanê bigire heya qadên welat û derveyî welat li her derê kar û xebat daye meşandin. Gelê Kurd û jinek li ku derê bûye hevala Zelal li wir kar kir û gelê Kurd hembêz kir. Bi taybet li welatên xerîbiyê, Ermenistanê têkoşîn kir û bi salan li wê qadê jî kar daye meşandin.

Di pêvajoyeke wiha de qetilkirina jina şoreşger û pêşengan dide diyarkirin ku zîhniyeta faşîst çi qas ji jinan, hêz û zana, xwedî felsefe û ideolojiya Rêber Apo xwe dagirtiye, ketiye pey azadiya jinên herêmê û cîhanê, ditirse. Zelal li hember DAIŞ’ê jî şer kir û dijminê jinan û mirovahiyê bê teredud bi ser de çû û têk bir. Ji bo wê jî ev êriş bi destê zîhniyeta ku xwe kiriye hembêza dijminê gelê Kurd ê faşîst KDP’ê û dewleta Tirk, hatiye pêşxistin.

Ji ber vê ji her jinekê tê xwestin ku xwedî li jina têkoşar a Kurd derkevin. Her jineke ku lêgerîna xwe ya azadiyê hebe rabe û denge xwe li hemberi vê zihniyat kujara jinan derkevin. Ji ber ku hevala Zelal di têkoşîna xweyî azadiyê de ne tene ji bo jina kurd ji bo hemu jinan têkoşîn dikir.

Taybet bi destpêka şoreşa jin a li Bakur rojhilatê Suriyê di her têkoşîn kir û kedek wê ya bê hempa hebu. Bi zanekirina jinên ereb û hemu jinên ku li ser axa mazopotamiya de jiyan dikin giringî dida û wisa kar dikir ku her jinek ji bo bigihije azadiya xwe,xwe nasbike û bibe ya xwe. Di heman deme de ji li Başurê kurdistanê jî heman kar da meşandin.

Zelel di hemû jiyana xwe da ji bo ku rastiya zihniyata ku jinan dikuje derxine holê,jina têkoşer ji bo wê derbasi Başurê Kurdistanê dibe û hevditinên xwe bi hemu rêxistinên jinên li Başurê Kurdistanê re bike dikevê nava tevgere. Zelal ji dibêje jin xwe bi rêxistin bikin û yekitiya xwe xurt bikin û avabikin. Zelal heya kiliya ku hate qetilkirin têkoşîna xwe didomand.

Ji bo ber ve em bangawaziya hemu jinan dikin ku rabin ser pêyan û xwedi li têkoşera azadiyê derkevin, ji bo ku demildest bûyer bê ronîkirin û kujer bêne dîtin. Her wiha em dibêjin ku hikumeta Iraqê mudaxeleyî bûyerê bike û kujer bêne îfşakirin. Ji ber ku eger kujer neyên dîtin ruxmî ku kujer diyar e. Ev tê wetaya ku hikumeta Iraqê û hikumeta herêmê jî hevakarên qetilkirina Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) in.”