Çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di roja 54 da ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dane destpêkirin 54 rojin bi biryardarî berdewame.

Çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di roja 54 da ye
19 ÇILE, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. 

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê hat destpêkirin.