Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin

Rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 87 roj in tu agahî nayên girtin.

Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
19 ÇILE, 2024   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê û di 25’ê cotmehê de xwest bi deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe. 

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. 

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK'ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.