Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî

Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala nû danî.

Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
Kongra Star ji bo sala bê plansazî danî
30 cotmeh, 2023   19:05
HESEKÊ

Kongra Star ji bo nîqaşkirina kar û xebatên vê salê civîna xwe ya salane li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Mişêrfe ya Hesekê li dar xist.

Nûnerên rêxistinên jinan ên qadên siyasî, leşkerî û civakî tev li civînê bûn.

Di civînê de berdevka Kongra Star şaxê navçeya Şedadê Emîre El Seed perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan xwnedin.

Her wiha endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El Ibêd rewşa rêxistinî, siyasî, rapora salê, rewşa jinan, plansazî û bernameya sala bê xwendin.

Beşdarên civînê, kar û xebatên vê salên nirxandin. Dûre ji bo sala bê plansaziyek danîn.

Plansaziya kongreyê wiha ye;

1-Şopandina çalakkirina komînên jinan.

2-Çalakkirin hebûna jinan di dozgeriya giştî ya Zirgan, Erîşe û Hesekê de.

3-Vekirina navendên Kongra Star li Holê, Um Huceyre û Gola Xatûniye.

4-Perwerdekirina zarokan li tevahî herêman.

5-Zêdekirina hejmara endamên jin di komîteyên perwerdeyê de.

6-Zêdekirina hejmara endamên Komîteya Şilêr Nûdem û vekirina Nivîsgeha Weqfa Jinan li Kampa Serêkaniyê.

7-Lidarxistina pêngavên li dijî tundiya li ser jinan.

8-Çalakkirina pergala hevserokatiyê di saziyên Zirganê de.

(şx)

ANHA