Têkildarî doza revandina edîtorê Roj Newsê civîna çapemeniyê li dar dikeve

Li Silêmaniyê têkildarî revandin û windakirina edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve wê sibe civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û di civînê de rêxistinên parastina mafên rojnamevanan dê helwesta xwe aşkera bikin.

Têkildarî doza revandina edîtorê Roj Newsê civîna çapemeniyê li dar dikeve
30 cotmeh, 2023   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna çapemeniyê wê sibê saet di 11.00’an de li Mala Şengalê ya Silêmaniyê ji aliyê ajansa Rojnews’ê ve bê organîzekirin.

Di civîna çapemeniyê de wê ajansa Rojnews, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê, Metro Center û Federasyona Ronus jî wê helwesta xwe li ser revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed diyar bikin.

Di daxuyaniyê de wê bang Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî bê kirin ku daxwaz ji PDK’ê bê kirin ku di zûtirîn dem de edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed berde.

Piştî revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve, gelek rêxistin, rojnamevan û siyasetdar ev buyer şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku çarenûsa Silêman Ehmed aşkera bike.

(şx)