Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê êrirşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin û banga girtina qada hewayî kir.

Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê êrirşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
30 cotmeh, 2023   18:03
DÊRAZOR

Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirka dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya saziyan bi beşdariya nûnerên saziyan û Yekitiya Cotkaran, ji aliyê rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Saziyên Civaka Sivîl Fadil El Hacî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesazî, çavkaniyên jiyanê û hedefgirtina pêşengên herêmê nexasim fermandar Şiblî Dêrik û têkbirina projeya demokratîk a herêmê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û têkbirina dagirkeriya Tirk hat dayîn.

(mh/şx)

ANHA